Navigation und Service

Thema : Ankommen in Schleswig-Holstein

list

Gavên te yên destpêkê

Tu yî nav binkeyekî qebûlkirina serîda werî bi cîhkirin û herwiha li vir alîkarîyên cûrbecûr ji tera werên dayîn. Mirov dê li ew derî hay ji te hebin û cara pêşîn jî tu dê perwerdeya ziman bigrî. Di dezgehên qebûlkirina destpêkêda dibekû tu demekî rûnî û wext derbaz bikî. Her li ew derî bizişkekî jî amade ye. Qeyd û nivisandina te li wir were çêkirin. Piştî demekî şunda dibekû tu li bajarekî din an jî li navçeyekê din werî vegûhestin, bicîhkirin.

Schleswig-Holstein: Welat, mirov û xweşbinî

Tu bi xêr hatî nav herêma Schleswig-Holstein. Ew herem li gor nexşeya welat cîhê xwe li bakurê Elmanya digre, bi tenê ye û navbera du deryayên bi nav „Ostsee û Nordsee“de ye. Her wiha cîranê me li bakur welatê Denîmarke ye. Ew bi sedan salên ku li nav herêma Schleswig-Holstein gellek netewe û kêmnetewe bi hewra nav aramîyekîda dijîn. Kesên nav herêmêda jîyan dikin ji cîhanêra vekirîne, xwedî xweşbinî û kêfxweşin. Ew ji tera dibêjin: Tu bi xêr hatî!

Schleswig-Holstein ji 15800 kîlometir çarqoşe mezin e û hejmera rûniştvanê wê nêzîkî 2,8 milîyon e. Bajarê herî mezin yê ew heremî serbajarê Kiel e. Eger mirov Schleswig-Holstein bi herêmên cûda bîne berçawan, bajarên mezin kêmin, lê belê gellek bajarok û navçeyên wî hene. Serokê niha yê herêma Schleswig-Holstein Daniel Günther e.

Li herêma Schleswig-Holstein gellek kes di nav ew kar û baran de xebat dikin: Xizmetpêkanîn, teknîka deryayî, geştiyarî, enerjîya nûjen û teknîka tenduristî yê.

Kî penaber e?

Penaber ew kesên kû, yên jiber sedemên gellek cûda berbi me revîyane, ji xwera stareyekî û pêştgirîyekî digerin. Em dibêjin: Hûn hemû bi xêr hatin!

Li gorî benda 1‘ê ya lihevkirina ji bo penaberan ya Genf (Genfer Flüchtlingskonvention) û li gorî xala § 3 (AsylG) / § 3 zagona penaberan) ev mirov penaber e, yê ku nikare li welatê xwe bimîne, ji berkû xeterîyekî li ser jîyana wî heye, ji ber zayînde, ol, netewa wî, dîtinên wî yên sîyasî an jî ji ber şiklê jiyana wî di nav komekî ciwakî de li pey wî mirovî bikevin û neheqiyê lê bikin. Sedem ewe kû welatê wî kesî nikari wî biparêze an jî pêş wî welatî ditirse, ku ew naxwaze ji terefê welatê xwe ve were parastin.

Ji dervayî van gotinan di zimanê rojane da jî gellek navên cûda ji bo penaberan tên bikaranîn, Ew jî van kesan digire nav xwe, yên mabûna wan li Elmanya bi mafê rûniştinêkî demkî wek ‚Duldung‘ heye, ew kesana ewên kû ji bo penaberiyê serî lê nedane an jî serlêdana wan ya ji bo penaberiyê nehatiye erêkirin.

Mafê penaberiyê çawa birêve diçe?

Gava ku tu ketî nav herêma Federal, dibekû tu parastinê kî li beramber zilm û zordarîya welatê ku tu ji wî hatî bixwazî, dakû mirow bikare behsa daxwaza penaberî bike. Eger hemu tûşt baş derbaz bû, tû karî yekcar parastina penaberî ya demkî bidest bixînî û herwiha belgeyekî ku jibo penaberan hatîye dagirtin, didin te. Bi wî avayî tu diçî cîhê ku di belgeyê da ji bo penaberan kifş bûye û tu li ew derî dimînî. Li wir daneyên şexsî û şopa tilîyên te digrin, ku berê ne girtibin û bizişk tendûristîya te ber çavra derbaz dikin. Dem û drêjîya mayîna li ew derî li gor mafê rûniştinê kêm zêde hinek wext digre.

Dema kû tu li cîhê penaberanda dimînî dibê ku tu bi fermî serlêdanekî li gel ofîsa penaberî ya sazîya federal ji bo koçberî û penaberî (BAMF) bikî û ewê guhdarî li ser sedemên ji bo revîna te bikin. Piştre evê te bişînên bajar anjî navçeyekî nav welêt, da kû tu cîh bibî û li nav xanîyekî da jîyan bikî. Li gor sedemên tije û valabûna cîhê penaberî, dibe kû daxwaza te ya penaberî piştî kû tû li derva bicîhbû, were kirin.

Eger tu hemwelatiyê welatekî ewlehî bî, dibê ku tu heya dawîya mafê penaberî li cîhê penaberan da bimînî.

  • Dema pêvajo ya mafê penaberî dimeşe li gor şopa tilîyan biryar distînin, ma gelo kîjan endam û welat li ser rêpîvana penaberî (bi navê Dublin III-VO) berpirsîyarî bike. Eger ew ne Elmanya be, BAMF ji te re dê bêje, dibê ku tu paşve vegerî ev welatî ku ji bo penaberiya te berpirsîyar e.
  • Eger li ser wî Elmanya berpirsîyar be, dê BAMF ew demî li ser mafê penaberî bîryar bide û eger ew bîryar erênî (positiv) be, statûya parastinê cûda cûda datîne. BAMF statûyekî an ji gellekan bi hev re dide. Ew jî ev in:
  • Mafê penaberî (Benda 16‘a Destûra Bingehîn)
  • Parastina penaberî li gor Konvensîyona/Lihevkirina Penaberî li Genf
  • Parastina subsidiär li gor Sîstema Penaberî ya Ewropayî Bihevre
  • Parastina dersînorkirinê li gor destûra elmanî ên rûniştinê

Li gor rewşa xwe parastina te ya pêşberî dadgehê, tu yî mafê rûniştina demkî bistînî. Bi piranî dibe kû tu piştî demekî mafe rûniştina herdemî bigrî. Lê belê eger bîryar ne erênî/negatîf be, ew demî BAMF ji te dixwaze ku tu derkevî dervayî welatê federal an jî te bi zorê dersinor dike. Tu dikarî li dijî bîryara BAMF serlêdana dadgehî û yasayî bikî. Derheqê ew mafê şexsî û pêvajoyêda dibe kû tu bi rîya parêzerekî anjî sazîyên şêwirmendî xwe agahdar bikî.

Çawa û li ku ez kanim zimanê elmanî fêrbibim?

Ji bo tu bikarîbî li Elmanya der dora xwe nasbikî, bi rêhetî bijî, kirîna tiştan û hwd. ferz e ku tu zimanê elmanî fêrbibî.

Zêdettir …

Em çawa li Elmanya dijîn?

Zagon a herî grîng û bilind destûra bingehîn e kû li Elmanya wekî „Grundgesetz“ hatîye binavkirin. Ev destûr nav xweda grîngtirîn xalên bihevra jîyankirina ciwakê kom dike û herviha hemû ol anjî dîyanet jêr ev destûrîda disekine.

Em nav demokrasî da jîyan dikin.

  • Hemû hemwelatîyên elman li ser rêvebirina ew welatî da bihevra biryar didin û bi vî avayî dîyar dibe ka kî deshilatdarî bike.

Elmanya devletekî yasayî ye.

  • Komar (devlet) û hemû kesên li Elmanya jîyan dikin dibekû gor yasayan tevbigerin
  • Eger kesekî tawanbar be an jî sûcekî bike, devlet bi cîhda tevdigere, ta kû ew kes were darizandin. Ser rastî û xeletî tenê dadgeh biryaran dide. Tûndûtijî (şîddet) wek tawanekî tê dîtên, çi li derva, çi li navbera jin û mêr, dijî zaraokan anjî nav malbatê da.
  • Li Elmanya îşkence, lêdan anjî sêdarekirin (kûştin) nine.
  • Hemû kes pêş destûrê wekhevin.
  • Navbera jin û mêr da wekhewî heye, pêş destûrê wekhev mafdarin û li nav ciwakêda xwedî maf û erkên wekhevin.
  • Li gel me her kes (jin û mêr) kane fikr û ramanên xwe eşkere, vekirî bîne ziman, bêyî kû were girtin anjî neheqî jêra were kirin. Ji bo çapemenîyê jî di estengî nine. Ew nayê wê wateyî kû mirow wekî neyasayî tevbigere û derdora xwe aciz bike, wek nijadperest, cûdaker, dijmintîya dij kesên biyanî, dij cûhîyan, dij cinsî bike.
  • Zevacekî dibe yasayî, eger li gel sazîya nifûsê beramber kesekî nûnerê devletê were îmze kirin.

Xweşbinî û Rûmet

  • Li Elmanya xweşbinî û rûmet li beramber kesên dîtêr xwedî paye yîkî bilind e. Benda 3. yem ya Destûra Bingehîn (Grundgesetz) dibêje kû, nabe ke tû kesek jiber renga xwe, cîhê lê hatî, nijad a wî, zimanê vî, welatê vî, bawerîya olî û ramanên vî yê sîyasî pêştgûh were kirin anjî jêra derfetên cûda werin afirandin. Nabe kû tû kesek jiber kêm endamî (seqetî) ya vî were pêştgûh kirin.
  • Sebeb bûn anjî peydakirina nerehetî li dijî îradeya hemwelatîyan çi jin dibe çi mêr, nayê qebûlkirin, nayê pesendkirin û yê bilez were (cezakirin) darizandin.
  • Li Elmanya ol anjî dîyanet wekî karekî şexsî tê dîtin. Herkes kane bi serê xwe biryar bide bawerîya kê anjî çi bike. Komeleyên olî anjî dîyanet jêr zagonên devletê disekinin. Dêr û komeleyên olî ji hew hatine cûdakirin.
  • Jin û mêr kanên gor dilê xwe cilan xwe bikin. Lê li gel hinek kar û xebatan dibekû mirow cilên tên xwestin li xwe bike.
  • Jin bi serê xwe biryaran didin, yê çawa û ta kû derê laşê xwe bigrin. Li ser wî esasî tenê rêpîvanên ciwakê hene, ew jî li gor heremên cûda gûhertinan li gel xwe tînên.

Wekhevî

  • Her jinekî û zilamekî gihiştî serê xwe biryar dide yê li gel kê bizevice. Ew biryara tû caran nabe kû ji teref kesên dîtêr were cezakirin. Her vî avayî bi rîya zagon herkesî ra vekirîye kû ji hevdû cûda bibin.
  • Kesên zevîcî an jî ne zevicî gellek asan tên dîtên.
  • Li Elmanya herkes azad e kû li ser pêşxistina cinsî ya xwe bi serê xwe biryar bide. Herviha homoseksûelî (hezkirina kesên yekcinsî) destûrîye û kesên dixwazin kanên wek jin û mêr bihevra jîyan bikin.

Li ser mafên jinan li Elmanya hûn kanên li vir bi zimanê xwe zêdetirî agahîyan bixwînên:

Nur Mut! Handlungsmöglichkeiten für Frauen in Gewaltbeziehungen (auf deutsch) (PDF, 5MB, Datei ist barrierefrei)

Hilfetelefon - Gewalt gegen Frauen

„Geh deinen Weg! Deine Rechte als Frau in Deutschland“

Hûn kanên hinek agahîyên cûrbecûr liser rêpîvanên Destûra Bingehîn li vir bistînên:

Grundgesetz

Grundrechte (deutsch/arabisch, deutsch/englisch)

Mirovên kû parastinekî taybet ji wan ra pêvîste

Li tevahîya Schleswig-Holstein ji bo kesên kû parastinekî taybet dixwazin, gellek cîhên ravêjkarî hene. Jêr ew lînkî hemû cîh hatine tomarkirin:

Mirovên kû parastinekî taybet ji wan ra pêvîste

Tûştên grîng kû mirow dibe bizani be:

  • Li Elmanya bikaranîna gotina “Flüchtling” nayê wî wateyî kû Penaber biçûk tên xistin anjî riswa kirin. Em bi ew gotinî kesên kû berbi me hilatine û parestgehêkî digerin, îfade dikin. Em bi xêrhatina wana hemûyam dikin!
  • Li Elmanya zerûrî ye kû hemû zarok biçin dibîstanê. Li gel me ew yek wek yasayî hatîye tenzîm kirin û dibekû 9 salan zarok biçin dibîstan e.
  • Dema silavkirina mirowan em destê xwe didin hev. Hembizkirin, destlêdana milê yekî û têkilîyên cûda yên bedenî tenê jêr hevalan, yên kû hewdû nasdikin asan e.
  • Li Elmanya ne ecêbe kû mirow bibîne, kesên kû hevdu hezdikin anjî evîndar bi şêveyekî germ bi hevra didin û dîstînên, wek nimûne destê hevdû digrin û dimeşin anjî hevdû maç dikin. Dibe kû mirov wî tûştî qebûl bike û jêra rêz bigre, herçiqas mirov ew tûştê taybet bixwe neke jî. Ew rewş herkesî digre nav xwe, çi zilam û jin, çi zilamên kû zilaman hezdikin, anjî jinên kû jinan hezdikin.
  • Li Elmanya ji dema xweda amadebûyîn gellek grînge. Kesekî benda xwe hiştin wek bê rêzî tê dîtin. Eger mirov dereng bimîne, dibe kû dema xweda ew kesî agahdar bike, yê kû hêvîya mirov disekine. Ev yek hem li derdora cîhê kar û hem jî li gel hevalan derbaz dibe.
  • Karmend û karkerên sazîyên devletê nabe kû dîyarîyan wergrin. Eger karekî mezin jî hebe, tenê spasîyekî besê xwe ye.
  • Gellek dikan û tûştfiroşên li Elmanya ji 8‘ê sibê ta …

Em çawa li Elmanya dijîn?

Çawa û li kû kanim ez zimanê elmanî fêrbibim?

Ew cûreyên fêrbûna ziman ji teref hinekan da bê pere tên dayîn, hinek jî teref cîranan da jibona bîyanîyan hatine avakirin, dakû bikaribin zûttir fêrî zimanê elmanî bibin û bikaribin karên xwe yên rojane bi serê xwe pêkbînin.

Hinek kûrs jî hene kû mirow kanê zimanê xwe hinek dîtêr pêşwe bibe û xwe jibo na kar û xebat amade bike. Bi rîya ew kursan mirow belge ya ziman jî bidest dixe.

Zêdettir bixwînên

Cîh bûn

Çi dibe were berçavgirtin eger hûn li nav xanîyekî da dijîn?

Cîh bûn

Agahîyên alîkar yên ji bo jîyana rojane

Helpful information for everyday situations

Peyman, mesrefên ji bûyerên xapandinê û bazarîyên ber derî

Gellek tûşt li Elmanya nû, hinek ji wan naskirî ye, lê carcaran ji welatê kû em jê hatîne cûda birêve diçin. Sazîya navendî ya krîgeran ya bi navê „Verbraucherzentrale“ agahîyên li ser şandina pere, bazarîyên ber derî dide û we li ser mesrefên kû bi rîya xapandinê diqewimin, hişyar dike.

Informationen der Verbraucherzentrale (DEUTSCH, ENGLISCH, ARABISCH)

Nasîna bawername ya ajotinê

Kesên xwedî mafê bawername ya ajotinê yên kû ji welatên derweyî Ewropa û ji bazara aborî ya Ewropa (Island, Liechtenstein, Norwegen) tên û navnişana wana ya pêşerojê Elmanya ye, pêvîstîya wana ya bi bawernameya ajotinê ya elmanî heye. Cîhekî anjî navnişanekî daîmî ewe, eger ew kesane ne tenê bi demekî kûrt lê jibo demekî drêj rûniştwan bin anjî mirow kanê viha asan bêje; ew cihê kû mirov nav salekîda kêmtirîn 185 rojan lê jîyan dike. Lê bawernameya ajotinê ya elmanî yekser piştî hatina Elmanya ne pêvîste. Bi rîya bawername ya kewn mirov kanê ta şeş mehan trêmbilan bê astengî bajo.

Bawernameyên biyanî yên kû ne bi zimanê elmanî hatine amadekirin, bi piranî dibe kû mirov wegera bi zimanê elmanî jî her li gel da hebe. Carcaran hinek xalên awarte jî hene. Berî kû penaberekî li Elmanya bi bawernameya biyanî trêmbilekî bajo, dibe kû ew kesa bi îdareya herêmî ya îcaze dayîna ajotinê re bikeve nav têkilîda. Mirov kanê vî warîda agahîyên hûrgilî bi rîya wezareta federal ya hatûçûnê û binesazîya dijital bigre:

Gültigkeit ausländischer Fahrerlaubnisse in der Bundesrepublik Deutschland - Bundesverkehrsministerium

Kar û xebatên biçûk yên li nav xanî û baxçeyan

Penaber kanên kar û xebatên biçûk li nav xanî anjî baxçeyan da bê astengî bidomînên, eger ew kar ne qezencekî wek karekî fermî li gel xwe bîne. Herwiha mafê rûniştinê tê wateya bi serbixwe û bi grêdayî karkirinê. Dibe mirov warê mafdarbûnê da jî xwe agahdar bike, jiberkû ew maf her jibo kesên hemwelatî jî derbaz dibin (wek mînak destûra mûçeya kêmtirîn, destûra dijî derketina karên reş, zerûrîyeta dayîna bac û mesrefên ciwakî). Naveroka kar û xebatên kû mirov kane bêyî bikaranîna yasayê berçav bigre pêşve bibe, gellekî kêmên. Lê mixabin mirov kane tenê jibo carekî kar û xebatekî biçûk bê astengî birêve bibe.

Vekirina hesabekî

Mafê penaberan heye kû hesabekî bank ya bingehîn ava bikin.

Pêşnihatên warê nûçeyan da

Nûçeyên rojane bi navê „Tagesschau“

Hûn kanên nûçeyên derheqê penaberan de li seranserî welat anjî heremê li ser rûpelên wek ARD û NDR bi zimanê îngilîzî, erebî û yên cûda bibînên.

Nachrichten aus der Region

Rênîşandana jibo Elmanya “Germany Guide”
Germany Guide

Weşana li gel Mişk ya bi navê „Sendung mit der Maus“ (jibo zarokan)

Die Sendung mit der Maus
„Marhaba“ – Hatin û gihiştina Elmanya

Ew weşan bi zimanê erebî ye û derbarê jiyana rojane ya Elmanya agahîyên cûrbecûr dide.

"Marhaba" - Ankommen in Deutschland
Radyo yê penaberan ya bi navê „Refugee Radio“
Nachrichten für Flüchtlinge: Refugee Radio

Mesrefên weşana wegûhestinê yê bi navê „Rundfunkbeitrag“

Kesê kû li gor destûra xîzmetên penaberî alîkarîyan werdigre, ji dayîna mesrefên weşana wegûhestinê azad e. Eger kesên penaber li ser mesrefên weşana wegûhestinê nameyan werdigrin, dibe kû li wextê xweda li ser pergala xwe ya penaberîyê agahdar bikin. Tenê bi rîya bersiv dayîna sazîya weşan û wegûhestinê mirov kane pêşîya dayîna mesrefan bigre anjî jibo mesrefan serlêdanekî bike. Her ew yeka jibo kesên kû xîzmeta bê karîyê ya bi navê Arbeitslosengeld II, alîkarîya ciwakî û ya xwendewanan BAFÖG digrin, jî derbaz dibe. Hûn kanên agahî û kaxizên têkilîyê li ser malpera bi navê rundfunkbeitrag.de bibînên.

Informationsflyer Rundfunkbeitrag in Englisch, Arabisch, Türkisch, Französisch, Spanisch, Russisch

Werziş

Werziş

Alîkarî li gel pevçûnên yasayî da

Alîkarî li gel pevçûnen dozxwazî

Sîxorte „Versicherung

Penaber jî her wek hemû hemwelatîyên dîtêr yekser nayin sixorte kirin. Ew rewş tê gûhertin eger hûn dest bi karekî fermî bikin anjî bi serê xwe debara xwe bikin. Penaberên kû li herema Schleswig-Holstein dijîn bi piranî (eger rewşekî awarte nebe) dibin xwedî kertekî elektronîkî ya tendûrîstîyê.

Çawa tu kanî di trafîkê da bi ewlehî bimeşî?

Alîkarî li gel pevçûnen dozxwazî

Alîkarîya şêwirmendî

Penaber kanên bi rîya parêzeran derheqê maf û dozxwazî da alîkarîya şêwirmendî wergrin. Alîkarîya şêwirmendî ya warê dozxwazîda tenê jibo derveyî kar û barên dadgehê tê wergirtin, wek mînak li ser yasaya medenî, ya kar û xebat, ya birêvebirinê, ya ciwakî û herwiha li ser yasaya ceza yê. Jibo wergirtina alîkarîya şêwirmendî dibe kû mirov serlêdanekî li gel dadgeha (Amtsgericht) heremî bike.

Kesên kû dixwazên bi rîya parêzeran li ser dozxwazî xwe agahdar û ronî bikin anjî bi rîya wana bên temsîl kirin, dibe kû bihayekî wek 15 Ewro bidin, mesrefên dîtêr ji alîyê alîkarîya şêwirmendî tên liser xwe girtin. Kesê kû alîkarîya şêwirmendî dide, kanê dev ji 15 Ewro berde, eger kesê kû alîkarî dixwazê nikaribe ew pareyî peyda bike. Zêdeyî ev bihayî nabe kû kesên şêwirmend ji we bixwazin.

Alîkarîya pêvajoya yasayî

Eger pevçûnekî anjî nakokîyekî tenê bi rîya dadgehê kane were çareserkirin, ew demî glî krinekî fermî pêvîste. Mesrefên pêvajoya dadî kanên (tenê beşekeî ji wan) bi rîya alîkarîya pêvajoya yasayî (Prozesskostenhilfe) li ser xwe werin girtin. Ew alîkarîya pêvajoya yasayî di çarçoveya pêvajoyekî beramber dadgeha medenî, rêveberî (îdarî), aborî û ciwakî, jibo kesên kû warê aborîda bêçare ne tê dayîn.

Alîkarîya pêvajoya yasayî tesîrekî bi tû avayî li ser mesrefên kû dibe kû mirov jibo kesê dijber bide û berî her tûştî jibo mesrefên parêzerê kesê dijber, nake. Kesê kû pêvajo ya dadî wenda dike, herçiqas alîkarîya pêvajoya yasayî wergirtibe jî, dibe kû bi granî mesrefên kesên dijber bidin. Alîkarîya pêvajoya yasayî li gel dadgeha kû pêvajo lê derbaz dibe, tê daxwaz kirin. Ew dadgeha, ewe kû herêmî ye û rasteqîn jibo ev pevçûna yasayî berpirsîyar e.

Şêwirmendîyên dozxwazî yê ji herkesî ra vekirî

Li ser vî esasî mirov kanê şêwirmendîya yasayî bi gellek rêyên cûda bê pare anjî mesrefên kû grêdayî warê aborîyê ew kesîne, wergire. Bi vî avayî gellek bajar û navçeyên nav herêma Schleswig-Holstein şêwirmendîya yasayî pêşkeş dikin. Herwiha zanyarîyên vî derbarîda ji alîyê îdareyên nas tên belavkirin.

Hûn kanên agahî û zanyarîyên dîtêr bi rîya îdare ya dadgehê bigrin anjî bi rîya belavokên kû jêr hatine weşandin.

Tendûristî

Xîzmetên tendûristîyê jibo Penaberan

Tendûristî

Tu li kes û karên xwe yên wendayî digerî?

Hevgihandina malbatê

Zarokên biyanî yên bêkes

Dezgeha ciwana (Jugendamt) hemû zarokên biyanî yên bê dê û bav an bêkes li Almanya dijîn, dixe bin stara xwe. Ev dezgeh hem zarok û hem ciwanan dibe bal keseki maqûl, an dezgehekî, an malekê ku jî bo dikaribe wî/wan (he)ta demekê li wir bicih bike. Her wiha ew divê navberê de ji bo zarok hemû tevdîrên li gor qanûn, anji lazimiya debar û alikariya nexweşiya wî hildigre. Ji bilî vê yekê dezgeha ciwanan bi lezûbez ji dadgeha malbatê (Familiengericht) daxwaz dike ku „wasiyekî“ (mirovê li gor qanûn wekîl û berpirsiyar, anî Vormund) an "xwedîkerekî" (Pfleger) ji bo zarok wezîfedar bike. Lê hertim nayê zanîn, ma ciwanê têkildar li gor qanûn hêj zaroke an temen gihiştîye (volljährig). Ji bo zanîna vê yekê dibê mirov bi "çavdêrî" li zarokê mêze bike. Lê ta rastî dernekeve holê (îspat nebe), dibe mirov wî ciwanî wek zarok bihesibîne.

Ma ji bo zarokên biyanî yên bêkes dezgehekî penaberan yê taybet heye?

Dezgehekî taybet yê penaberan tenê ji bo zarokên bêkes tine. Ji bo karûbarê wiha jî BAMF (Bundesamt für Migration und Flüchtlinge, anjî Sazîya Federal ya Koçber û Penaberan) berpirs e. Ev sazî sedemên zarokên bêkes û mafê wan yên penaberiyê li ber çavan derbas dike û heger pêwîstbe mafê wan nasdike. Li bal BAMF ji bo zarokên penaber yên bêkes "pisporên taybet" hene; ew li gor merc û taybetiyên zarokan guhdarî li wan dikin û her wiha sedemên penaberiya wan û mafê wan vedikolin.

Ma mirov kane zarokên biyanî û bêkes ji Elmanya bavêj e?

Eger daxwaza zarokên biyanî ji bo stendina mafê stareya wî ne hatibe naskirin û wekî din jî rê û mercên ji bo mafên rûniştinê tinebin, zarok dikarin li gor rê û rêbaza mafê rûniştinê ji nava Elmanya bên derxistin, anjî avêtin. Lê berîya zarok ji Elmanya bên avêtin / dersînor kirin, dibê dezgeh jî li gor destûra rûniştinê (§ 58 Benda 1‘a AufenthG) emîn be, ku wê zarokê radestî kesekî ji malbata wî, an kesekî berpirsiyar, an dezgehekî zarokên bêkes bike. Lê ya rast ewe ku gellek kêm zarok ji Elmanya tên avêtin.

Ma kî wasitîya zarokên biyanî yên bêkes hildigre û kî bîryara vê yekê dide?

Berîya ku dadgeha malbatan (Familiengericht) di derbarê "wasitîyê" de biryar bide, dibê tesbît bike, ku mafên dê û bav yên nûnertîyê û xwedîkirinê rawestîyane. Ji bo zarokên biyanî yên bêkes li gor destûr "wasî" (mirovên hayjêvan û berspirs) tên bi erkkirin. Ma kengî? Eger zarok bi serê xwe nikaribe biryar û qerara bide, her wiha dê û bav jî ji bo wî nikaribin qeraran bidin, an dê û bav bixwe mirîbin, an jî wasitîya wan hatibe rawestandin. Wekî dinê eger dê û bav yên zarok li derveyî welat bijîn û loma nikaribin têkiliyê bi zarok re deynin. Lê pirsa têkildariyê çendîn zor be jî, eger dê û bav dikaribin bi zaroka xwe re an bi rêya telefonê an jî bi niviskî têkiliyan deynin, ev yek îcar ne zehmet e. Ji bo wasî bê wesîfedarkirin dadgeha malbat guhdarî li dezgeha ciwana û zarokên biyanî yên bêkes dike. Mirovê wasî li zarokê biyanî wek dê û bav xwedî dertê, îdara wî û malê wî dike û her wiha karûbarê wekîltiya (nûnertiya) wî birêve dibe.

Ma çikas daxwaznama karûbarê wasitîyê ji aliyê dadgeha malbatê (Familiengericht) ve dom dibe?

Dadgeha malbatê bi awakî rêkûpêkî hem di barê rawestandina maf yê dê û bav û hem daxwaza wesîfedarkirina "wasitiyê" de bîryara xwe dide. Dema dezgeha ciwanan di wext de daxwaza wesîfedarkirina wasiyekî an ji "xwedîkerekî" (Pfleger) ji bo zarok yê bêkes dike, dadgeha malbata dozeke bi lezûbez vedike û her wiha di nava mehekê de bîryara xwe dide. Lê eger "mirovê têkildar, anjî zarok" di wê navberê de wargeha xwe terkkiribe û çûbe cihekî din, doz pirtir dikşîne.

Li kî derî kanên kesên temenbiçûk zanyarîyan bidest bixin?

Sazîya federal ya penaberan (BAMF) jibo kesên temenbiçûk agahîyên berfireh dide.

BAMF: Informationen für unbegleitete Minderjährige

Lêgera pey kes û karên malbatê

Penaberên ji 15‘e salî kanên li ser malpera bi navê www.tracetheface.org li Ewropa pey kes û karên xwe yên bi rîya penaberî da wendakirine bigerin, yên kû tên gûmankirin kû li nav welatekî ewropî bi cîh bûne.

Trace the Face

Sazîya xaça sor ya lêgerê „Rotkreuz-Suchdienste“ li ser malpera xwe bi rîya pêşnûmayekî bi navê "Trace the Face - kids" wêneyên zarokan, kû kes û karên xwe digerin û herwiha yên malbatan kû pey zarokên xwe digerin, belav dike. Ew malper bi rîya şîfre hatîye parastin û tenê xebatkarên sazîya xaça sor kanên wêneyên hatine tomarkirin bibînên û bi vî avayî kesên lêger dikin tînên gel hevdû û dixin nav têkilî da.

Werziş

Hinweis zur Verwendung von Cookies

Cookies erleichtern die Bereitstellung unserer Dienste. Mit der Nutzung unserer Dienste erklären Sie sich damit einverstanden, dass wir Cookies verwenden. Weitere Informationen zum Datenschutz erhalten Sie über den folgenden Link:

Datenschutz

Jîyan li Elmanya