Navigation und Service

Thema : Ankommen in Schleswig-Holstein

list

Çawa û li ku mirov kane zimanê Elmanî fêrbibe?

Eger hûn bixwazin li Elmanya der dora xwe nasbikin û bi kesan ra bikevin nav têkilîda, gellek grînge kû hûn zimanê elmanî fêrbibin. Jibo na vî armancî li nav Schleswig-Holstein gellek cûreyên fêrbûna ziman ji teref kesên xêrxwaz an jî dibîstanan we hatine avakirin. Ew cûreyên fêrbûna ziman ji teref hinekan da bê pere tên dayîn, hinek jî teref cîranan da jibona bîyanîyan hatine avakirin, dakû bikaribin zûttir fêrî zimanê elmanî bibin û bikaribin karên xwe yên rojane bi serê xwe pêkbînin. Hinek kûrs jî hene kû mirow kanê zimanê xwe hinek dîtêr pêşwe bibe û xwe jibo na kar û xebat amade bike. Bi rîya ew kursan mirow belge ya ziman jî bidest dixe.

Kursên ziman yê îstîqametê anjî yên naskirina der dorê

Kursên elmanî li Schleswig-Holstein ji bo kesên nûh hatine vî welatî tên dayîn. Ev kurs ("Starter-Paket für Flüchtlinge in Schleswig-Holstein" – bi kurtî: STAFF SH /Pakêta-destpêkê ji bo penaberan li Schleswig-Holstein ji her kesî ra vekiriye, yên li vî cihî an jî li vî bajarî rûdinin. Di van kursên ziman de mirow bingehên avaxtina zimanê elmanî, şêweyên jiyana mirovan wek rabûn û runiştin û herwiha civakî bi hev re fêrdibe. Ew kursên destpêkê ji teref sazîyên nav welêtda, yên ku mafê van bi dayîna perwerde heye, tên peşkeşkirin. Di vê malperê de tu dikarî bibînî, ka li ciyê te kursên destpêke hene:

Deutschkursfinder

Erstorientierungskurse des BAMF für Asylbewerber mit unklarer Bleibeperspektive

Günlük yaşamda güçlü göçmen kadınlar (MiA kursları)

MiA – Migrantinnen einfach stark im Alltag

Kursên Entegrasyonê

Kursên entegrasyonê, kursên ji yê ziman û îstîqametê pêk tên. Kêsên ku ew kursan bi serkeftî bi dawî bînê, bawernameyekî distînin, ku di warê navnetewî da tê naskirin. Li nav ev kursên zimanda mirov liser mijarên rojane, jîyan, kar, tendûristî, wextê vala, anjî kultur û sîyaset a Elmanya fêrdibe.

Kursên entegrasyonê li gellek cîhên cûda li Schleswig-Holstein destpêdikin. Gelo kesek mafî vî heye serdana kursê îstîqametê bike anjî serdana vî zerûrîye, grîdayî welatê kû ew kes jê hatîye, naskirina zimanê elmanî û ji wergirtina cûreya mafê penaberîye ye. Sazîya bi navê Bundesamt für Migration und Flüchtlinge zêdettirîn agahîyan li ser kursên cûrbecûr û naveroka wana, kî dikare tevlî bibe, anjî tevlêbûna vî zerûrîye, maf û wacibên vî, li kî derî kursê ziman heye, dide:

Informationen zum Integrationskurs

Schnellsuche über das BAMF-Navi

Übersicht über Sprachkurse

für Geflüchtete mit Aufenthalts-Gestattung oder Duldung

deutsch

arabisch

russisch

türkisch

farsi

Fêrbûna ziman li ser kar û xebat

Hûn kanên bi rîya ev lînkî zanyarîyên li ser teklîf (Angebot) û pîvanên cîhgirtina kursên ziman ya Devleta Federal bibînên:

Berufsbezogene Sprachkurse finden

Berufsbezogene Deutschkurse

Îmkanên dîtêr

Malpera fêrbûnê

Hûn kanên bi rîya malpera bi navê Deutschen Volkshochschul-Verbandes (Dezgeha Elmanî ya Dibistanan) zimanê elmanî bi dereceyên wek A1 ta B1 fêrbibên. Wekî dîtêr ew malpera gellek mecalên fêrbûna ziman û elifba pêşkêşî we dike.

Malper belaş e û bi gellek zimanan hatîye amadekirin: Ich will Deutsch lernen: Zum Lernportal der VHS

Hûn kanên zanyarîyên liser dereca axaftina ziman gor çarçoveya ewropî ya giştî bi zimanê we li vir bibînên: Gemeinsamer Europäischer Referenzrahmen

Pêşnîyarên cûda

Em li vî derî hinek pêşnîyaran komê ser hevdû dikin, yên kû belaşên. Karê me tenê peşkeşkirina wana ye, jiber vîya em naveroka wana nikarên li ser esasê profesyonal bûnê binirxînên.

App yên belaş jibo fêrbûna ziman

Bi rîya alikarîdayîna ew bernameyan hûn kanên zimanê elmanî hinek fêrbibin. Dibekû hûn dîsa jî ne tenê bawerîya xwe ji ew bernameyan bînên. Ew bername nikarin cîhê perwerde ya zimanê elmanî wek kursên ziman û dûbarekirina ziman ya warê rojane da bigrin.

App ya jibo kesên nûh hatine (Ankommen-App)

Hûn kanên bi rîya ew App ya ku gellek baş hatîye amadekirin, zanyarîyên berfireh warê gavên destpêkê da, li ser çand û mirovên li Elmanya dijîn, li ser pêdaçûna mafê penaberî da û herviha kar û xwendin da bibînên. Ew bername fersendekî gellek baş dide we kû hûn bikaribin bi zimanê elmanî peyv û gotinên destpêkê fêrbibin.

Ankommen - Ein Wegbegleiter für Ihre ersten Wochen in Deutschland

„Ez dixwazim elmanî fêrbim“ ("Ich-will-Deutsch-lernen")

Ew malpera înternetê ji wera ew mecalî dide ku, hûn bikaribin ta derecaya kursa elmanî A1 û B1 û herviha kelupelên jibo fêrbûna ji elifba ta dereca A1 wek zimanê dûyem elmanî xwe amade bikin. Bi vî avayî zimanê elmanî ya jibo kar û xebatê tê baştirkirin.

Ew malpera jibo kesên serbixwe fêrdibin çavkanîyekî başe û herviha li cîh da ye ku wek kelûpelên kursên entegrasyonê anjî yên ziman werê bikaranîn.

Ich will Deutsch lernen: Zum Lernportal der VHS

„Bajarê peyvan“ ("Stadt der Wörter")

Danasînekî lîstikî jibo fêrbûna zimanê elmanî.

Stadt der Wörter

Fêrkerê Peyvan

App ya wek fêrkerê peyvan jibo kesên kû ziman qet nizanin.

Vokabeltrainer

25 Vîdyo bi 100 peyvên grîng.

Ew App ya bi navê „Learn German for Refugees“ ji teref malpera papagei.com we hatîye amadekirin, 25 vîdyoyên taybet yên kû ji 100 grîngtirîn peyvan nav xweda kom dike, zimanê axaftinê bastir dike û vî mecalî dide we kû, hûn bikaribin di hefteyên destpêkê da gavekî bas bavêjin. Ew App ya ji papagei.com kane jibo bernameyên iOS û Android were daxistin.

Ji bo zarokên te giring e: Çûna baxçê zarokan (Kita)

Li Almanya hema bê zarok hemî diçin baxçê zarokan, beriya ew bibin şeş salî û herin dibistana seretayî. Li baxçê zarokan hay ji wan hene û ew karin bi hev re bileyîzin, bistirên, birengînin, çertîkan çêkin û bê tirs bi rehetî hînbibin. Ji bo zarokên te baxçê zarokan îmkan dide, ku ew bi zarokên din re hevaltiyê deyîne û zimanê Almanî hînbibe. Li wirê ji zarokan re bi armanc û zanistî alîkarî tê kirin, ku ew bi zarokên din re biaxive. Ji xeynî vê jî pêşvebirina zarok bi tavayî alîkarî tê kirin û zarok ji çûna dibistanê re tê hazir kirin. Di baxçê zarokan de ji her zarokî re li gorî xurtî, karîn û înteresê (hewes) wî alîkarî tê kirin. Li wirê li kesî nayê xistin û notan nadin berhemên wan.

Dê û bav jî karin ji baxçê zarokan fêde bibînin. Ew karin di axaftinan de, ên timî dibin, bi pisporên pedagogjîk re li ser pêşveçûna zarokê xwe xeber bidin. Baxçê zarokan ji xenî vê jî di pirsên tevayî, a warê fêrbûnê de, alîkarî dike. Heke pirs û pirsegirêkên rojane derên, baxçê zarokan amade ye, şîreta jî bike. Di baxçê zarokan de tu dikarî henek dê û bavê din nasbikî, bi wan re li ser nêrînên hev mijûl bibî û bi wan re hevaltiyê deynî. Baxçê zaroka dixwaze dê û bav jî di kar û barê wan cî bigirin, heke ku ew bixwzin, wek cejn, amadekirina cejna bi hev re, ku tê de tu ji zarokan re çîrokekê ji welatê jê hatî bibêjî, xarinekê an ji nanekî bipêjî. Gava zarokê te here baxçê zarokan, hingê zemanê te ji bo serîlêdana dezgehên fermî an jî hînbûna zimanê Almanî ûwd.çê dibe.

Li cem navçêya ciyê rûniştna te, tu dikarî agahdariya li ser baxçê zarokan bistînî, ka kîjan baxçên zarokan li ciyê rûniştina te hene. Gelek caran mirov kare van agahdariyan di înternet de jî peyda bike.

Mafên zarokên te heye, ku ciyek di baxçê zarokan de bi dest wan bikeve?

Mafê Zarokên Asylbewerber und Flüchtlinge (penaberan / mihaciran) li gorî § 24 Sozialgesetzbuch VIII (§ 24 kanûnê sosyal VIII) heye, ku ji wan re di wan dezgehên baxçê zarokan û hayjêmana rojane de alîkarî were kirin, daku ew bi pêş ve herin, heke ku dê û bavên zarokan xwediyê şiklekî misada rûniştinê bin a wek Aufenthaltsgestaltung nach dem AsylG (misada rûniştinê li gorî kanunê AsylG) an jî a wek Duldung nach dem AufenthG (misada mayîne li gorî kanûnê AufenthG). Divê bê gotin, ku dê û bav ne hewce ye, ku ew di karekî de bin. Piştî zarok bû yek salî, heta ku dest bi dibistanê bike, mafê zarok ji bo ciyekî di dezgehekî baxçê zarokan de heye. Ji bo zarokên heya sê salî rêyeke din jî heye, ku li zarok di hayjêmana rojane de bi komikek piçûk re were rihêntin (wek mirov bibêje di nava malekê de).

Ev mafê zarok ê hayjêmanê di nava heftiyê de hindiktirîn ji pênc nîvroj in; heke îhtiyac hebe, ev maf kare zaftir be jî.

Tu çewa karî xwe ji bo ciyekî di Kita (baxçê zarokan) de qeyd bikî?

Ji bo ciyekî di baxçê zarokan de tu dikarî ji dezgehên femî yê ciyê lê rudinêyî bixwazî. Ji ber ku her gav cîyek dest mirov nakeve, heke ku hemî ciyên di baxçê zarokan û Tagespflegstellen (hayjêmayîna rojane) de yên ciyê lê rudinêyî hatibin belakirin û dayîn, lewma jî tu çiqas zuhtir ji bo ciyekî serî lê bixî hewqas baştir e. Hingê dezgehên berpirsyar yên ciyê lê rudinêyî karin bibînin, ka çiqas hewcebûn (pêwîstî) heye û ew dikarin li gorî pêwîstîyê ciya amade bikin, heke ku pêdivayî hebe. Tu dikarî bi serê xwe rasterast jî li ciyê lê rudinêyî bi berpirsyarên baxçê zarokan re an jî bi kesên bi rojan hay ji zarokan hene re bikevî girêdanê û biaxivî. Li wirê ew dikarin jidil jî agadariyan zahtir bidin te. Tu dikari li wirê jî agadariyan li ser kar û barê rojane yê baxçê zarokan an jî yên karmendên di vî warî de bistînî û ka gelo çi ji bo karê pedagojîk di baxçê zarokan de pêşkêş dikin.

Hema bê li hemî baxçê zarokan tu dikarî di rojên ewil de li cem zarokên xwe bimînî û tu û zarokê te bi hev re kar û barê rojane yê baxçê zarokan nasbikin. Ev yek ji bo zarokên te baş e, daku ew karîbe zuhtir xwe li wir baş û xweş hîs bike.

Kî dikare perê ji bo mesrefê baxçê zarokan bigre ser xwe?

Heke hatina te li gorî ALG II (hatina li gorî bê kar ya II) tenê be an jî ji bo debarkirina jiyana te li gorî hatina Asylbewerberleistungsgesetz (hatina kanûnê penaberiyê) be, hingê zarokên te dikarin belaş herin baxçê zarokan an jî ciyêkî hayjêmaniya rojane. Ji ciyên lê rudinêyî bipirse, ka rêbaz li wirê çewa ye û mirov li wirê çewa û li cem kî serî lê bixe, ji bo ku zarok belaş herin baxçê zarokan.

Gava ku hatina te bixwe hebe, hingê tu divê henek ji mesrefê baxçê zarokan bidî. Hema bê li gorî hemî rêbazên dezgehên baxçê zarokan dê û bavên hatina wan hindik be û dê û bavên xwedî gelek zarok bin, hingê ji bo wan mesrefê baxçên zarokan û dezgehên hayjêmaniya rojane hindiktir e. Agadariyên firetir li ser vê yekê tu dikarî ji dezgehên fermî ên ciyê lê rudinêyî bistînî.

Dê û bav li gel kê agahîyan werdigrin?

Şaredarîyên heremî agahîyên girîng derheqê bidestxistina cîhekî li nav baxçê zarokan da didin û herwiha mafê kî anjî bi çi avayî ew mafa tê bidestxistin, ronî dikin. Mirov kane gellek caran serçaweyekî li …

Ji bo zarokên te giring e: Çûna baxçê zarokan (Kita)

Dibistan

Ji bo hemû zarok û ciwanên kû li herêma Schleswig-Holstein jîyan dikin û xwedî navnîşanekî ne dibekû serdana dibistanê bikin. Ew destûra her jibo zarokên penaber jî derbaz dibe. Bi vî avayî zarok kanên ji roja yekem dest bi fêrbûna zimanê elmanî bikin.

Sisytema Dibistanê li Almanya

Sistema dibistanê li Almanya ji gelek perçên bi hev ve vekirî û gelek qatan pêktê. Tu dikarî meqam û dezgehên dibistanan yek bi yek, ên li gorî emirê mirovan tu bixwe an jî zarokên te mecburî an jî dikarin herinê, di vî malpera înternetê de bibînî. Bi nikilkirinê dikevî nava lîsta formê (şikilê) dibistanan. Di vî grafîkê li ser sîstemê dibistanên almanî de, tu dikarî ji hevoka jorê agahdariyên li ser emiran bibînî û ji hevoka xwarê jî hejmara sinifan. Bi nikulkirina van jî lîsta formê dibistanên wan vedibe. Bi rêça tîran dikarî nasbîki, gelo zarokê te li gorî dîploma (bawernama dibistanê) xwe dikare here kîjan dibistanên bilindtir.

Grafik zum Bildungssystem

Hînbûna meslekî an jî xwendina bildind ji bo bidestxistina piraniyan karan li Almanyayê tê xwastin. Hema bê ji bo hînbûna hemî meslekan divê te dibistanek xelas kirbe. Vê dercê tu dikarî li Almanya jî bi dest bixînî.

Heke ku te meslekek bi dest nexistibe, şert (ferz) e, tu herî dibistana meslekî heya dawiya nîvê saldibistanê, heta tu bibî 18 salî. Tu hingê diçî Berufseingangsklassen (BiK-DAZ) /sinifen ji bo hînbûna meslekî/ û Ausbildungsvorbereitendes Jahr (AVSH) /sala ji bo hînbûna haziriya meslekî/. Li wirê jî solzialarbeiter (karmendê ji bo alîkariyê) bi te re alîkarî bikin û hay ji te hebin. Tu li gorî halê dereca xwe hînî zimanê Almanî dibî li ser bingehên DaZ – Deutsch als Zweitsprache (hînbûna Almanî wek zimanê dûyemîn). Heke ku piştre ciyekî ji bo hînbûna meslekekî bibînî û bikevîyê, hingê tu mecbûrî herî Berufsschule (dibistana meslêkî) û bikevî dersên Berufsschulunterricht (dersên dibistana meslekî).

Zarokên penaber fêrî elmanî dibin

Fêrbûna ziman li navendên DaZ (elmanî wek zimanê dûyem)

Navendên DaZ (Deutsch als Zweitsprache) li nav dibistanên kû her hene, tên avakirin, bi hevra tên grêdan û bi avayekî gor jîyana dibistanê perwerde ya zimanê elmanî tê bi rêwe birin. Ew tê wê wateyî: Zarok anjî ciwanên kû ferze biçin dibistanê û ji hewdû cûdattir haya wana ji ziman heye, bi şiklekî navendî bi hevra ji alîyê mamostayên pispor we tên perwerde kirin.
Armanca wî yekî ewe kû zarok û ciwan li nav dibistanê da serkeftî bi hevra kar bikin û dawîya perwerdê da bawarnameyekî bidest bixin. Naveroka ew bawernameyî kane gor kesên tevlê bûne hinek şêxsî û cûda be. Encamên berhemên kû tên bidestxistin azadin ji zimanê dayikê ya kesên tevlê bûyî anjî welatê kû ew kesena jê hatîne.

Model‘a zêdegavî

Zarok û ciwan bi piranî ji qonaxa sereta destpêdikin: Li nav gellek navçeyan anjî bajaran kêmzêde 25 demjmêrên hefteyî perwerde tê dayîn. Herviha asane kû perwerdeyêkî ziman rojane kêmtirîn ji dû demjmêran bigrin û berî nîvro jî bi hevra li gel zarokên dîtêr li nav polên normal da cîhê xwe bigrin. Tenê mamoste biryarê didin, ta çi demî xwendewan dê ew qonaxe sereta da bimînên.

Pêştra xwendewan derbazî qonaxa binesazî yê dibin. Ew tê wî wateyî: Xwendewan ji polên DaZ (elmanî wek zimanê dûyem) derdikevin û cîhe xwe li gel perwerdeya normal digrin û hinek jî ji wana dibistanê digûherin. Her bi grêdayî perwerde ya normal mamostayên navendên DaZ zarokan ra çar ta şeş demjmêran perwerde didin. Di qonaxa dawî da xwendewan bi giştî li gel perwerde ya nîzamî da cihê xwe digrin. Herwiha ji mamostayên xwe bi hefteyane perwerdeyekî cûda jibo pêşwebirinê kû wextê xweda destpêdike werdigrin.

Navendên herêmî yê fêrbûna kar (RBZ) û dibistanên xwe gîhandina meslegê (BBS)

Li nav navendên fêrbûn û xwe gîhandina meslegê, xwendewanên kû hewceyî ya ziman wek DaZ (Deutsch als Zweitsprache) hene û her wiha ferze kû biçin dibistana meslegê, ji alîyê proseya ziman fêrbûnê û entegrasyonê tên pêşwebirin û alîkarî ji wan kesan ra tê dayîn.

Li nav cîhgirtina polên fêrbûna entegrasyona meslegê, bi navê „BiK-DaZ“ serîda ji xwendewanan ra jibo destxistina asta zimannasî ya wek A2 perwerde tê dayîn. Bi vî yekî tê xwestin kû ji dawîya xwe amadekirina perwerdeyê û bi destxistina astên zimannasî yên cûda amadebaşîyekî meslegê û serkeftinekî bi destxistina bawernameya sereta ya bi navê „ESA“ (Ersten allgemeinbildenden Schulabschluss) were gihiştin. Anjî çûndin û cîhgirtina li gel dibistanên normal, yên kû kesên hemwelatî ra vekirîn e were asan kirin. Bi vî yeki armanc ewe kû wegûhestinekî ber bi perwerde ya dû qolî (Duale Ausbildung) anjî çûndina dibistanekî dîtêr were asan kirin.

Ferheng

Deutsche Texte

Letzte Aktualisierung: 24.04.2015

Hinweis zur Verwendung von Cookies

Cookies erleichtern die Bereitstellung unserer Dienste. Mit der Nutzung unserer Dienste erklären Sie sich damit einverstanden, dass wir Cookies verwenden. Weitere Informationen zum Datenschutz erhalten Sie über den folgenden Link:

Datenschutz

Fêrbûna zimanê Elmanî