Navigation und Service

Thema : Ankommen in Schleswig-Holstein

list

Berpirsîyarîya kar û xebatên koçberî yê

Hûn kanên li vir gellek kesên peyvendîdar yên beşên koçberî û entegrasyonê li herema Schleswig-Holstein bibînên û herwiha wek mînak şêwirmendîya koçberî ya bi navê „Migrationsberatung Schleswig-Holstein“ û alîkarîya kesên hewceyî parastinekî taybet.

Berpirsîyarîya kar û xebatên koçberî yê

Şêwirgeha ji bo penaberan li Schleswig-Holstein

Migrationssozialberatung in Schleswig-Holstein –MBSH- (Şêwirgeha ji bo penaberan li Schleswig-Holstein) şîretkariyê dide. Li ser pirsên wek mafê runiştinê, an pirsên tevayî ên întegrasyonê merov dikare jê şîreta hilgire û derîyê MSB vekîriye bo tevayî komê merivê din jî li ser pirsên din û ên derivayî întegrasyonê.

Ne tenê Eyaleta Schleswig-Holstein șîretkarî dide. Yekîtîya Almanya ji şîrekarî ji bo penaberên maf standine dike. Navê şêwirgeha wê:

Mîgration ji bo Penaberan (MBE) gihîştî. Şîreta li ser pirsê jîyana tewayî li Almanya, wek kurs hînbûna zimanê Almanî bi çikasîne, mirov li kîjan dezgehan diploma xwe dide naskirin, mirov li ku dikara xanî bibîne, pirsê ji bo saxîtiyê mirov, li ser malbatê, perwerdekirin. Li ser van pirsa û ên din Migrationsberatung für erwachsene Zuwanderer (MBE) şîretkarî dike. Înformasyonê gelek zêde li vê navnîşanê ne:

Beratung für Erwachsene

Jugendmigrationsdienste (JMD) șîretkarî ji bo kesan dide ên ciwan û ên kesên ciwan heta 27 sali û ne mecbur in herin dibistanê. Înformasyonê li ser JMD zêde li vê navnîşanê ne:

Şîretgehên din ji bo ciwanan ên Jugendmigrationsdienste li vê navnîşanê ne:

Integration und Chancen für Jugendliche - Jugendmigrationsdienste

Li vê navnîşanê tu dikarî şîretgehên din jî li Schleswig-Holstein bibînî. Tu dikari li bajara û bajaroka li şîretgehên din jî bigerî û bibînî. Tu dikarî henek saziyê din bivînî, ku ji bo li tevayî Eyaleta Schleswig-Holstein berpirsîyarî dikin.

Meriv dikare li vê navnîşanê bi înternetê şîretgehên din ji bo hemû şîretkarî li tevayî Almanya bigere:

Schnellsuche über das BAMF-Navi

Paşve vegera bi dilê xwe

Kî li gel daxwaza parastinekî taybet dişêwire û alîkarî dide?

Jinên dûcanî, mirovên kêm endam, qûrbanîyên ji firotina mirovan û yên temen biçûk wek kesên bi taybet yên xwedî parastinê (dibekû werin parastin) tên dîtên. Herwiha mirovên kû grêdayî komên penaberan wek mînak LSBTTI* (kesên daxwaza cinsî yên cûda hene) zêdettir jêr xwesteka parastina taybet tên hesibandin anjî dibekû werin parastin. Ew sazîyên ji hewdû cûdatir li gor komên cûrbecûr hatine avakirin.

Sazîyên taybet yên jinan, Malên jinan, Sazîyên şêwirmendî yên jinan

Hilfsangebote

Belavokên bi zimanên cûda

Hûn kanên li vir belavokan bibînên, yên kû li ser mafê jinan li Elmanya agahdar dikin:

Nur Mut! Handlungsmöglichkeiten für Frauen in Gewaltbeziehungen (auf kurmanci/kurdisch) (PDF, 8MB, Datei ist nicht barrierefrei)

Telefonê alîkarî yê „zordarî û şîddet dijî jinan“

Şevûroj bê pare hûn kanên wek kesekî nenas (anonîm) xwe bigihînên telefona alîkarî ya bi navê „zordarî û şîddet dijî hinan“ jêr ew hijmarî 08000 116 016 û agahîyên bawerkirî jê bistînên. Bi rîya ew telefonî hûn kanên bi zimanên wek erebî, îngilîzî, rusî û tirkî xîzmetan bistînên.

Hilfetelefon - Gewalt gegen Frauen

Parastina zarok û ciwanan

Sazîya şêwirmendî ya taybet jibo şîddeta cinsî ya dijî zarok û ciwanan

Li vir çavkanîyekî navnîşanan jibo

  • Kesên berpirsîyar yên bi giştî warê parastina zarok da,
  • avahîyên parastina zarokan,
  • warê pêşnîhatên (Angebot) cinsî û yên taybet da,
  • xweşkirina nexweşîyên dêrûnî da anjî
  • jibo gilîkirina li gel sazîyên ser navê karûbarên ciwakî yên parastina zarok û ciwanan ya vî heremî da

hûn kanên ji nav ew belavokîda ji rûpela 44’an pêda bibînên.

Sichere Orte schaffen. Prävention von sexuellem Kindesmissbrauch

Alîkarî yên pêş (Frühe Hilfen)

Frühe Hilfen“ alîkarîyekî tedbîrî ji destpêka dûcanî ta davîya sala sêyemîn dide jibo malbatan. Li grêdayî vî yekî ji bo malbatên yên kû wî warî da pirsgrikên wana hene pêşnîhatên taybet tên dayîn. Hûn kanên li vir agahîyên zêdettir û kesên berpirsîyar bibînên:

Informationen zu den Frühen Hilfen

Übersicht der Netzwerkkoordinatorinnen und -koordinatoren im Land Schleswig-Holstein und der Landeskoordinierungsstelle (PDF, 145KB, Datei ist barrierefrei)

Nexweşîyên dêrûnî û trawma

Alîkarîyekî çawa jibo panaberên kû gellek tûştên xirab jîyan kirine, bi grêdayî vîya nexweşîyên dêrûnî pêşketine, bi taybet jî zarok dibe werê dayîn û herviha çawa mirov ji wana ra bide bistîne, hûn kanên li vir bixwînên:

Nexweşîyên dêrûnî û trawma

Penaberên kû xwe wek LSBTTI* nasdikin

Informationen in acht Sprachen für LSBTTI*-Geflüchtete

Penaber û kêm endamî

Ofîs a herêmî ya jibo xîzmetên ciwakî

Cihê yekemîn ya jibo kar û barê xîzmeta ciwakî ya herêmê ya kesên kêm endam li bajarê Neumünster e û herviha li cihên dîtêr yên xîzmetê wek Heide, Kiel, Lübeck û Schleswig kar tê bi rêvebirin. Li ew cîhan tê tesbîtkirin gelo kesekî gor yasayê kêm endame anjî na.

zêdettir bixwînên

Berpirsîyarê kesên kêm endam yê herêmê

Kesê bi navê Ulrich Hase û koma wî li ser pirsên kêm endambûne bi wera dişêwirin û jibo peydakirina sazîyekî şêwirmendî tevdigerin.

Berpirsîyarê kesên kêm endam yê herêmê

Cîh û xalên peşwebirinê

Li herêma Schleswig-Holstein jibo xwendewanên kû alîkarîyekî cûda ji wana re tê xwestin, bi tevahî 108 cîhên li pêşwebirinê hene.

Förderschwerpunkte

Ofîs a heremî ya jibo xîzmetên ciwakî

Herema Schleswig-Holstein dixwaze bibe cîhekî bi hevra jîyankirinê. Kesên kêm endam dibe kû werin nasîn û bi avayekî erênî bên pêşwazîkirin.

Cihê yekemîn ya ofîsa xizmet dayîna ciwakî ya herêmê jibo kesên kêm endam li bajarê Neumünster e û herviha li cihên dîtêr yên xîzmetê wek Heide, Kiel, Lübeck û Schleswig kar tê bi rêvebirin. Li ew cîhan tê tesbîtkirin gelo kesekî gor yasayê kêm endame anjî na.

Daxwazname (Antrag) yên penaberan bi tevahî berçav tên derbazkirin, eger serlêdanekî penaberî hatîye kirin û mafê rûniştina demkî (Aufenthaltsgestattung) jibo na pêşdebirina mafê penaberî gor benda § 55 ya destûra Penaberî yê (AsylG) hatibe bi destxistin.

Carcaran dibekû hinek dozên ferdî da ew yek ne gengaz be ku navbera 2-4 hefteyan serlêdana penaberî werê kirin û îcazeya demkî ya benda 55 ya destûra penaberî were bidestxistin, ew demî dibe kû bi rîya hinek delîl yên devletê wek mînak drêjkirina belgeyên dema gihiştinê, anjî amadekirina belgeya xweşdîtinê (Duldung) ew pirsgirêk were çareserkirin.

Kesên kû ji welatên wekî bê xeter (sichere Herkunftsstaaten) hatine, gor beşa II ya benda 29 ya destûra penaberî (nach Anlage II zu § 29a AsylG) dozekî tê birêvebirin, bi şertê kû wana di nava şeş mehanda dîsa Elmanya neterîkînên. Ew tê vî wateyî kû, ew kesane xwedî kaxizekî demkî ji sazîyên devletê ne û ta demekî tê nasîn mafê mayîna wana mîsoger e.

Hûn kanên agahîyên ji nêzda li gel ofîsa xizmeta ciwakî ya herêmê bibînên.

FAQ Landesamt für Soziale Dienste

Berpirsîyarê kesên kêm endam yê herêmê

Kesê bi navê Ulrich Hase û koma wî li ser pirsên kêm endambûne bi wera dişêwirin û jibo peydakirina sazîyekî şêwirmendî tevdigerin.

Berpirsîyarê kesên kêm endam yê herêmê

Cîh û xalên peşwebirinê

Li herêma Schleswig-Holstein jibo xwendewanên kû alîkarîyekî cûda ji wana re tê xwestin, bi tevahî 108 cîhên li pêşwebirinê hene.

Förderschwerpunkte

Deutsche Texte

Letzte Aktualisierung: 24.04.2015

Hinweis zur Verwendung von Cookies

Cookies erleichtern die Bereitstellung unserer Dienste. Mit der Nutzung unserer Dienste erklären Sie sich damit einverstanden, dass wir Cookies verwenden. Weitere Informationen zum Datenschutz erhalten Sie über den folgenden Link:

Datenschutz

Şêwirmendî