Landesamt für Zuwanderung
und Flüchtlinge: Thema: Ministerien & Behörden
Sazîya welat ya jibo kar û xebatên biyanîyan
Letzte Aktualisierung: 26.07.2016
Rêvebirîya heremê ya bi navê „Landesamt“ berpirsîyarîya kesên kû pey penaberî digerin, yên kû jiber şer koçber bûne, kesên elman yên kû derveyi welat mane û wedigerin, koçberên cihû (yehûdî) û herwiha kesên biyanî yên kû jêr biryara însanî ya devleta federal hatine qebûlkirin, werdigre ser xwe.
Herêma federal Schleswig-Holstein pêşvazîya ji sedî 3,3 kesên penaber yên kû hatine Elmanya dike, yên kû ji teref rêvebirîya herêmê „Landesamt“ cîhbûnekî demkî, debara jîyanê û gellek alîkarîyên cûrbecûr werdigrin.
Her wiha rêvebirîya herêmê bi serê xwe û bi alîkarîya sazîyên biyanîyan (Ausländerbehörde) li Schleswig-Holstein amadebaşîyan li ser paşve şandina kesên kû dibe welat biterîkînên dike û ev yekî bi cîhda pêk tîne. Ew tedbîrane dê werin birêvebirin, eger kesên biyanî yên kû biryar heye welat biterîkînin û ne amadebin bi dilê xwe Elmanya cîh bihêlin.
! Hişyarî !
Li ser hemû pirsên derbarê bi rêveçûna penaberî kerema xwe li gel sazîya federal (Bundesamt) ya berpirsîyar tekilî daynin, jiber kû rêvebirîya herêmê „Landesamt“ nikarê vî warî da we agahdar bike anjî zanyarîyan bide:
Cookies erleichtern die Bereitstellung unserer Dienste. Mit der Nutzung unserer Dienste erklären Sie sich damit einverstanden, dass wir Cookies verwenden. Weitere Informationen zum Datenschutz erhalten Sie über den folgenden Link: