Landesportal Schleswig-Holstein

Diese Webseite verwendet Cookies und das Webanalyse-Tool Matomo. Wenn Sie durch unsere Seiten surfen, erklären Sie sich hiermit einverstanden. Eine Widerspruchsmöglichkeit gibt es hier.

Ankommen in Schleswig-Holstein

© Hans Kohrt

Hevgihandina malbatê

Hevgihandina malbatê, bi giştî tê wateya malbata teng, ya kû ji jin û mêr û zarokan pêk tê. Zagona li ser hevgihandina malbatê li gor eger a naskirina îqameya penaberiyê xwe eşkere dike.

Bi giştî sazîya biyanîyan (Ausländerbehörde) û carcaran jî sazîya federal ya penaberan (Bundesamt für Migration und Flüchtlinge (BAMF) agahîyên grîng li ser anîna malbatê (çi wext asane, çi şert û zûrûf anjî gavên pêvîst dibe werin avêtin) dide.

Informationen zum Familiennachzug

Li ser esasê hevanîna malbatê gellek cûreyên grêdayî naskirina mafê penaberî hene û ew jî zehmete kû mirov fikrekî glover li ser hevanîna malbatê bîne ziman. Ji ber vî yekî dibe kû mirov xwe li gel sazîya biyanîyan (Ausländerbehörde) anjî cîhên şêwirmendî yên jibo penaberan baştir agahdar bike.

Hevgihandina malbatên ji Sûrîyê, yên kû hewceyî parastinê ne

Kesên kû mafê wan heye malbata xwe bînên, ew kesana ne, kû mafê penaberî wergirtine û wek penaber hatine qebûlkirin. Tenê jin û mêr, zarokên biçûk, zarokên nezewicî yên kû kes û karên wana li Elmanya dijîn û bav û dayikên kû zarokên wana li Elmanya dijîn, anjî dê û bavên kesên ciwan yên kû temenê wana jêr hejdeh salane, mafê wana heye kû dawakarî ya bihevanîna malbatê bikin.

Sazîya kar û barên derva (Auswärtige Amt) li ser şert û merc anjî pîvanên bihevgîhandina malbatê bi rîya malpera xwe agahdar dike û bi vî yekî mirov kane agahîyên xwe yên demkî binivîsîne dakû wext liser ra derbaz nebe. Kesê hewceyî parastinê, kesê xwedî dawakarîyê ji bo bihevanîna malbatê ji welatê Sûrîya û sazîyên hewkarîyê kanên ew malperê jibo dawakarîyê bi zimanê Elmanî, Îngilîzî û Erebî bidin bikaranîn.

Familiennachzug

Teilen: