Landesportal Schleswig-Holstein

Diese Webseite verwendet Cookies und das Webanalyse-Tool Matomo. Wenn Sie durch unsere Seiten surfen, erklären Sie sich hiermit einverstanden. Eine Widerspruchsmöglichkeit gibt es hier.

Flüchtlinge in Schleswig-Holstein

© Hans Kohrt

Çawa û li ku mirov kane zimanê Elmanî fêrbibe?

Eger hûn bixwazin li Elmanya der dora xwe nasbikin û bi kesan ra bikevin nav têkilîda, gellek grînge kû hûn zimanê elmanî fêrbibin. Jibo na vî armancî li nav Schleswig-Holstein gellek cûreyên fêrbûna ziman ji teref kesên xêrxwaz an jî dibîstanan we hatine avakirin. Ew cûreyên fêrbûna ziman ji teref hinekan da bê pere tên dayîn, hinek jî teref cîranan da jibona bîyanîyan hatine avakirin, dakû bikaribin zûttir fêrî zimanê elmanî bibin û bikaribin karên xwe yên rojane bi serê xwe pêkbînin. Hinek kûrs jî hene kû mirow kanê zimanê xwe hinek dîtêr pêşwe bibe û xwe jibo na kar û xebat amade bike. Bi rîya ew kursan mirow belge ya ziman jî bidest dixe.

Kursên bixêrhatinê

Kursên bixêrhatinê, yên kû ew welat (Schleswig-Holstein) li nav sazîyên destpêkê yê qebûlkirina penaberanda pêşkeş dike, li gel naskirina der dora xwe ya giştî hinek bingehên fêrbûna ziman jî li gel xwe tîne. Ew kursên ziman ji kesên kû ne zerûrîye biçin dibistanê (yên temen mezin) vekirî ye. Naveroka ew kursên ku di nav cîhê rûniştina destpêkê da tên dayîn, bi şiklekî herî zêde du hefteyan anjî 30 demjmêrên perwerdeyî hatîye plankirin

Kursên ziman yê îstîqametê anjî yên naskirina der dorê

Kursên elmanî li Schleswig-Holstein ji bo kesên nûh hatine vî welatî tên dayîn. Ev kurs ("Starter-Paket für Flüchtlinge in Schleswig-Holstein" – bi kurtî: STAFF SH /Pakêta-destpêkê ji bo penaberan li Schleswig-Holstein ji her kesî ra vekiriye, yên li vî cihî an jî li vî bajarî rûdinin. Di van kursên ziman de mirow bingehên avaxtina zimanê elmanî, şêweyên jiyana mirovan wek rabûn û runiştin û herwiha civakî bi hev re fêrdibe. Ew kursên destpêkê ji teref sazîyên nav welêtda, yên ku mafê van bi dayîna perwerde heye, tên peşkeşkirin. Di vê malperê de tu dikarî bibînî, ka li ciyê te kursên destpêke hene:

vhs Landesverband Schleswig-Holstein

Erstorientierungskurse des BAMF für Asylbewerber mit unklarer Bleibeperspektive

Kursên Entegrasyonê

Kursên entegrasyonê, kursên ji yê ziman û îstîqametê pêk tên. Kêsên ku ew kursan bi serkeftî bi dawî bînê, bawernameyekî distînin, ku di warê navnetewî da tê naskirin. Li nav ev kursên zimanda mirov liser mijarên rojane, jîyan, kar, tendûristî, wextê vala, anjî kultur û sîyaset a Elmanya fêrdibe.

Kursên entegrasyonê li gellek cîhên cûda li Schleswig-Holstein destpêdikin. Gelo kesek mafî vî heye serdana kursê îstîqametê bike anjî serdana vî zerûrîye, grîdayî welatê kû ew kes jê hatîye, naskirina zimanê elmanî û ji wergirtina cûreya mafê penaberîye ye. Sazîya bi navê Bundesamt für Migration und Flüchtlinge zêdettirîn agahîyan li ser kursên cûrbecûr û naveroka wana, kî dikare tevlî bibe, anjî tevlêbûna vî zerûrîye, maf û wacibên vî, li kî derî kursê ziman heye, dide:

BAMF Integrationskurssuche

Hûn kanên agahîyên grîng bi gellek zimanan yên derbarê kursên îstîqametêda bi rîya malpera Sazîya Penaberan daxînên:

BAMF - Bundesamt für Migration und Flüchtlinge - Downloads und Publikationen

Fêrbûna ziman li ser kar û xebat

Hûn kanên bi rîya ev lînkî zanyarîyên li ser teklîf (Angebot) û pîvanên cîhgirtina kursên ziman ya Devleta Federal bibînên:

Berufsbezogene Sprachförderung (Englisch)

Elifba anjî kesên bê xwendin û bê nivîsandin

Gor lêkolînekî ji sala 2011 ya ji Hamburg, kanên 2,5 milyon mirov li Elmanya çend herfan bînên gel hevdû û binivîsînên, lê nikarin wekî peyf bi hevra binivîsînên anjî bixwînên. Her heft kesan yek yê mezin kane çend peyvan bixwîne, lê ewên kû bi hevra grêdayî bi zorî fêhm dike. Jibo na ew mijar çareser be, alîkarî ji teref sazîya bi navê Bundesbverband Alphabetisierung und Grundausbildung tê dayîn. Li ser malpera wana vî derheqîda agahîyên berfireh hene. Kesê kû dixwaze ji xwera kursekî nîzik peyda bike, kane bi rîya ev malperî alîkarî bigre.

Alphabetisierung - Informationen und Hilfe

Mirov kane jêr ew xeta telefonê Hotline 0800 - 53 33 44 55 bêyêkû navê xwe eşkere bike, agahîyên pêvîst wekî astengîyên xwendin û nivisandinê ji sazîya Bundesverband Alphabetisierung und Grundbildung bigre. Ew sazî rolekî wek şêwirmendî dilîze.

Îmkanên dîtêr

Malpera fêrbûnê

Hûn kanên bi rîya malpera bi navê Deutschen Volkshochschul-Verbandes (Dezgeha Elmanî ya Dibistanan) zimanê elmanî bi dereceyên wek A1 ta B1 fêrbibên. Wekî dîtêr ew malpera gellek mecalên fêrbûna ziman û elifba pêşkêşî we dike.

Malper belaş e û bi gellek zimanan hatîye amadekirin:

Ich will Deutsch lernen

Hûn kanên zanyarîyên liser dereca axaftina ziman gor çarçoveya ewropî ya giştî bi zimanê we li vir bibînên:

Gemeinsamer Europäischer Referenzrahmen

Pêşnîyarên cûda

Em li vî derî hinek pêşnîyaran komê ser hevdû dikin, yên kû belaşên. Karê me tenê peşkeşkirina wana ye, jiber vîya em naveroka wana nikarên li ser esasê profesyonal bûnê binirxînên.

App yên belaş jibo fêrbûna ziman

Bi rîya alikarîdayîna ew bernameyan hûn kanên zimanê elmanî hinek fêrbibin. Dibekû hûn dîsa jî ne tenê bawerîya xwe ji ew bernameyan bînên. Ew bername nikarin cîhê perwerde ya zimanê elmanî wek kursên ziman û dûbarekirina ziman ya warê rojane da bigrin.

App ya jibo kesên nûh hatine (Ankommen-App)

Hûn kanên bi rîya ew App ya ku gellek baş hatîye amadekirin, zanyarîyên berfireh warê gavên destpêkê da, li ser çand û mirovên li Elmanya dijîn, li ser pêdaçûna mafê penaberî da û herviha kar û xwendin da bibînên. Ew bername fersendekî gellek baş dide we kû hûn bikaribin bi zimanê elmanî peyv û gotinên destpêkê fêrbibin.

Ankommen - Ein Wegbegleiter für Ihre ersten Wochen in Deutschland

„Ez dixwazim elmanî fêrbim“ ("Ich-will-Deutsch-lernen")

Ew malpera înternetê ji wera ew mecalî dide ku, hûn bikaribin ta derecaya kursa elmanî A1 û B1 û herviha kelupelên jibo fêrbûna ji elifba ta dereca A1 wek zimanê dûyem elmanî xwe amade bikin. Bi vî avayî zimanê elmanî ya jibo kar û xebatê tê baştirkirin.

Ew malpera jibo kesên serbixwe fêrdibin çavkanîyekî başe û herviha li cîh da ye ku wek kelûpelên kursên entegrasyonê anjî yên ziman werê bikaranîn.

Ich will Deutsch lernen

„Bajarê peyvan“ ("Stadt der Wörter")

Danasînekî lîstikî jibo fêrbûna zimanê elmanî.

Stadt der Wörter

Fêrkerê Peyvan

App ya wek fêrkerê peyvan jibo kesên kû ziman qet nizanin.

Vokabeltrainer

25 Vîdyo bi 100 peyvên grîng.

Ew App ya bi navê „Learn German for Refugees“ ji teref malpera papagei.com we hatîye amadekirin, 25 vîdyoyên taybet yên kû ji 100 grîngtirîn peyvan nav xweda kom dike, zimanê axaftinê bastir dike û vî mecalî dide we kû, hûn bikaribin di hefteyên destpêkê da gavekî bas bavêjin. Ew App ya ji papagei.com kane jibo bernameyên iOS û Android were daxistin.

Li vir peskesîyekî elifba ji bo kesên kû erebî dipeywên Youtube

Vîdyoyên dîtêr hûn kanên li vir peyda bikin:

Alphabetisierungskurs auf Youtube