Landesportal Schleswig-Holstein

Diese Webseite verwendet Cookies und das Webanalyse-Tool Matomo. Wenn Sie durch unsere Seiten surfen, erklären Sie sich hiermit einverstanden. Eine Widerspruchsmöglichkeit gibt es hier.

Ankommen in Schleswig-Holstein

© Hans Kohrt

Ji bo zarokên te giring e: Çûna baxçê zarokan (Kita)

Li Almanya hema bê zarok hemî diçin baxçê zarokan, beriya ew bibin şeş salî û herin dibistana seretayî. Li baxçê zarokan hay ji wan hene û ew karin bi hev re bileyîzin, bistirên, birengînin, çertîkan çêkin û bê tirs bi rehetî hînbibin. Ji bo zarokên te baxçê zarokan îmkan dide, ku ew bi zarokên din re hevaltiyê deyîne û zimanê Almanî hînbibe. Li wirê ji zarokan re bi armanc û zanistî alîkarî tê kirin, ku ew bi zarokên din re biaxive. Ji xeynî vê jî pêşvebirina zarok bi tavayî alîkarî tê kirin û zarok ji çûna dibistanê re tê hazir kirin. Di baxçê zarokan de ji her zarokî re li gorî xurtî, karîn û înteresê (hewes) wî alîkarî tê kirin. Li wirê li kesî nayê xistin û notan nadin berhemên wan.

Dê û bav jî karin ji baxçê zarokan fêde bibînin. Ew karin di axaftinan de, ên timî dibin, bi pisporên pedagogjîk re li ser pêşveçûna zarokê xwe xeber bidin. Baxçê zarokan ji xenî vê jî di pirsên tevayî, a warê fêrbûnê de, alîkarî dike. Heke pirs û pirsegirêkên rojane derên, baxçê zarokan amade ye, şîreta jî bike. Di baxçê zarokan de tu dikarî henek dê û bavê din nasbikî, bi wan re li ser nêrînên hev mijûl bibî û bi wan re hevaltiyê deynî. Baxçê zaroka dixwaze dê û bav jî di kar û barê wan cî bigirin, heke ku ew bixwzin, wek cejn, amadekirina cejna bi hev re, ku tê de tu ji zarokan re çîrokekê ji welatê jê hatî bibêjî, xarinekê an ji nanekî bipêjî. Gava zarokê te here baxçê zarokan, hingê zemanê te ji bo serîlêdana dezgehên fermî an jî hînbûna zimanê Almanî ûwd.çê dibe.

Li cem navçêya ciyê rûniştna te, tu dikarî agahdariya li ser baxçê zarokan bistînî, ka kîjan baxçên zarokan li ciyê rûniştina te hene. Gelek caran mirov kare van agahdariyan di înternet de jî peyda bike.

Mafên zarokên te heye, ku ciyek di baxçê zarokan de bi dest wan bikeve?

Mafê Zarokên Asylbewerber und Flüchtlinge (penaberan / mihaciran) li gorî § 24 Sozialgesetzbuch VIII (§ 24 kanûnê sosyal VIII) heye, ku ji wan re di wan dezgehên baxçê zarokan û hayjêmana rojane de alîkarî were kirin, daku ew bi pêş ve herin, heke ku dê û bavên zarokan xwediyê şiklekî misada rûniştinê bin a wek Aufenthaltsgestaltung nach dem AsylG (misada rûniştinê li gorî kanunê AsylG) an jî a wek Duldung nach dem AufenthG (misada mayîne li gorî kanûnê AufenthG). Divê bê gotin, ku dê û bav ne hewce ye, ku ew di karekî de bin. Piştî zarok bû yek salî, heta ku dest bi dibistanê bike, mafê zarok ji bo ciyekî di dezgehekî baxçê zarokan de heye. Ji bo zarokên heya sê salî rêyeke din jî heye, ku li zarok di hayjêmana rojane de bi komikek piçûk re were rihêntin (wek mirov bibêje di nava malekê de).

Ev mafê zarok ê hayjêmanê di nava heftiyê de hindiktirîn ji pênc nîvroj in; heke îhtiyac hebe, ev maf kare zaftir be jî.

Tu çewa karî xwe ji bo ciyekî di Kita (baxçê zarokan) de qeyd bikî?

Ji bo ciyekî di baxçê zarokan de tu dikarî ji dezgehên femî yê ciyê lê rudinêyî bixwazî. Ji ber ku her gav cîyek dest mirov nakeve, heke ku hemî ciyên di baxçê zarokan û Tagespflegstellen (hayjêmayîna rojane) de yên ciyê lê rudinêyî hatibin belakirin û dayîn, lewma jî tu çiqas zuhtir ji bo ciyekî serî lê bixî hewqas baştir e. Hingê dezgehên berpirsyar yên ciyê lê rudinêyî karin bibînin, ka çiqas hewcebûn (pêwîstî) heye û ew dikarin li gorî pêwîstîyê ciya amade bikin, heke ku pêdivayî hebe. Tu dikarî bi serê xwe rasterast jî li ciyê lê rudinêyî bi berpirsyarên baxçê zarokan re an jî bi kesên bi rojan hay ji zarokan hene re bikevî girêdanê û biaxivî. Li wirê ew dikarin jidil jî agadariyan zahtir bidin te. Tu dikari li wirê jî agadariyan li ser kar û barê rojane yê baxçê zarokan an jî yên karmendên di vî warî de bistînî û ka gelo çi ji bo karê pedagojîk di baxçê zarokan de pêşkêş dikin.

Hema bê li hemî baxçê zarokan tu dikarî di rojên ewil de li cem zarokên xwe bimînî û tu û zarokê te bi hev re kar û barê rojane yê baxçê zarokan nasbikin. Ev yek ji bo zarokên te baş e, daku ew karîbe zuhtir xwe li wir baş û xweş hîs bike.

Kî dikare perê ji bo mesrefê baxçê zarokan bigre ser xwe?

Heke hatina te li gorî ALG II (hatina li gorî bê kar ya II) tenê be an jî ji bo debarkirina jiyana te li gorî hatina Asylbewerberleistungsgesetz (hatina kanûnê penaberiyê) be, hingê zarokên te dikarin belaş herin baxçê zarokan an jî ciyêkî hayjêmaniya rojane. Ji ciyên lê rudinêyî bipirse, ka rêbaz li wirê çewa ye û mirov li wirê çewa û li cem kî serî lê bixe, ji bo ku zarok belaş herin baxçê zarokan.

Gava ku hatina te bixwe hebe, hingê tu divê henek ji mesrefê baxçê zarokan bidî. Hema bê li gorî hemî rêbazên dezgehên baxçê zarokan dê û bavên hatina wan hindik be û dê û bavên xwedî gelek zarok bin, hingê ji bo wan mesrefê baxçên zarokan û dezgehên hayjêmaniya rojane hindiktir e. Agadariyên firetir li ser vê yekê tu dikarî ji dezgehên fermî ên ciyê lê rudinêyî bistînî.

Dê û bav li gel kê agahîyan werdigrin?

Şaredarîyên heremî agahîyên girîng derheqê bidestxistina cîhekî li nav baxçê zarokan da didin û herwiha mafê kî anjî bi çi avayî ew mafa tê bidestxistin, ronî dikin. Mirov kane gellek caran serçaweyekî li ser ew pêşnihatên cihê bûyerê li ser malperên şarederîyê anjî bi rîya portal‘a giştî ya herêmê ya baxçê zarokan bidest bixe.

Kita Portal SH

Herwiha dê û bav anjî kesên kû berpirsîyartîya zarokan digrin ser xwe, kanên serlêdana îdareyên navçeyê bikin.

Gellek caran hatîye dîtin kû malbat alîkarîyên cûrbecûr bi rîya navendên Malbatan (Familienzentren) werdigrin. Xeyrî standina alîkarîyan li ew navendan komên wek dê û bav û zarok jî tên avakirin, da kû bi demkî derbazbûna zarokan li nav baxçê zarokan asan bibe.

Zêdettir bixwînên

Teilen: