Landesportal Schleswig-Holstein

Diese Webseite verwendet Cookies und das Webanalyse-Tool Piwik. Wenn Sie durch unsere Seiten surfen, erklären Sie sich hiermit einverstanden. Eine Widerspruchsmöglichkeit gibt es hier.

Flüchtlinge in Schleswig-Holstein

© Hans Kohrt

Berpirsîyarîya kar û xebatên koçberî yê

Sazîya welat ya jibo kar û xebatên biyanîyan

Her sal gellek kes ji welatên cûdatir tên nav Devleta Federal Elmanya. Herema Schleswig-Holstein ji ew kesên hatî kêm zêde ji sedî 3,3 yan werdigre û wana jibo demekî hatîye dîyarkirin dixevîne, ji xwarin û vexwarinê ta alîkarîyên cûdatir yên jîyana rojane digre ser xwe.

Sazîya welat ya jibo kar û xebatên biyanîyan

Xîzmetên taybetî yên şêwirmendî warê koçberîyê da

Zwei asiatische Frauen sitzen im Beratungsgespräch. Beratungsgespräch (Vergrößerung öffnet sich im neuen Fenster) © Landesregierung

Koçber anjî biyanî yên li herema Schleswig-Holstein jîyan dikin, xwedî hijmarekî zêde ji torên sazîyên şêwirmendî ne, kû li gor gellek pêvistîyên wana hatine avakirin. Xebatkarên ew dezgehên şêwirmendî li ser proseya entegrasyonê dişêwirin û dibin sedem kû koçber bikaribin karên xwe yên rojane bi serê xwe pêk bînên.

Şêwirgeha ji bo penaberan li Schleswig-Holstein

Şêwirmendîya li ser karên şexsî

Li herema Schleswig-Holstein biryarên kû liser mafê rûniştinê ne, tenê ji alîyê sazîya biyanîyan (Ausländerbehörde) ya navçeyan anjî heremên kû îdareya wana serbixwe ye, tên dayîn.

Einzelfallberatung

Komîsyona awarte li ser kar û barên penaberî

Komîsyona awarte ya bi navê „Härtefallkommission“ kane daxwaza kesan, yên kû ji wana re bersiva „na“ hatîye, jibo na destxistina mafê penaberî pêşkeşî wezarete navxweyî bike, eger endamên ew komîsyonê li ser naveroka ew daxwazî, mînak rewşên mirovî û şexsî yên kû dibin sedem kû ew kesê kû dibe welat biterikîne, mafekî destûrî bistîne.

Härtefallkommission

Hemwelatîbûn

Kesê kû demdrêj û bênavber li herema Schleswig-Holstein jîyan dike, kanê daxwaza mafê hemwelatîbûnê (Einbürgerung) bike. Piştî wergirtina mafê hemwelatîbûnê hûn dibin wekî hemwelatîyekî xwedî maf û erkên wekhew yê ew welatî.

Einbürgerung